Parlamentoya Ewropayê erênî li qanûna azadiya çapemeniyê dinêre

Parlamentoya Ewropayê (PE) erênî nêzîkî qanûna ji bo medyaya serbixwe, pirdengî û parastina çavkaniyê veşartî dibe.

Di dengdana ku li Parlamentoya Ewropayê hat kirin de 448 parlementeran dengê erê, 102 parlementeran jî li dijî qanûnê derketin û 75 parlementer jî bêalî man. Beriya qebûlkirina dawî ya qanûnê rê li ber danûstandinên dijwar ên bi welatên endam re hat vekirin.

Qanûna Ewropayê ya têkildarî azadiya medyayê piştî ku rewş li dewletên wekî Polonya û Macarîstan xirabtir bû, ji hêla Komîsyona Ewropayê ve di Îlona 2022’an hatibû pêşkêşkirin.

Qanûn serxwebûna edîtoryal a li hemberî hêza aboriyê yan jî navendên polîtîk ên nûçeyan misoger dike û erkên zelaliyê li ser xwediyê medyayê ferz dike.

Cîgira Seroka Komîsyona Ewropayê Vera Jourova di axaftina xwe ya li civîna li Strasboûrgê de wiha got: "Gihiştina vê nuqteyê ne hêsan bû. Zexta li hemberî vê qanûnê gelekî mezin bû û di destpêkê de gelek kesan wisa dihesiband ku ev wezîfe ne pêkan e."

Metna qanûnê de girtina rojnamevanan, lêgerîna li belgeyan û lêgerîna li ofîs an malên wan "bi taybetî jî di rewşên ku kiryarên bi vî rengî dibe sedema gihandina çavkaniyên rojnamevaniyê” qedexe dike.  Îstîsnayên vê yrkê bi hurgulî hatiye sererastkirin.

Xalên di qanûnê de ji bo parastina nepenîtiya çavkaniyan û karê rojnamevaniyê diyar dike ku dê bi welatên endam re nîqaşên dijwar bên kirin. Bi taybetî jî li ser daxwaza Fransayê, welatên endam di bin navê "ewlehiya neteweyî" de bi israr dixwazinderveyî vê bên hiştin.

Yek ji raportorên metnê û parlamentera Romanî Ramona Strugari derbarê qanênû ev wiha axivî: “Di lêpirsînin ji ber kar û barên medyayê de li xebatkarên çapemeniyê tên vekirin de bijaramîna bernameyê  sîxurî tê qedexekirin."

80 sazî û sendîkayên rojnamevanan di nameyek vekirî de bang li endamên Parlamentoya Ewropayê kirin ku ji bo qedexekirina bernameyên sîxurî dengê xwe bidin.