Serokkomarê Iraqê serdana Hemdaniyeyê kir, qurbanî wê weke ‘şehîd’ bên tomarkirin

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku 115 kesên di şewata li salona dawetê ya li Hemdaniyeyê de jiyana xwe ji dest dane, wê weke şehîd bên tomarkirin.

Di şeva 26’ê Îlonê de li bajarokê Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Mûsilê li salonek dawetê de şewat derket. Di encama şewatê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji baweriya Xiristiyan bûn.

Di danê sibehê de Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo serdana cihê karesata li bajarokê Hemdaniyeyê rû dayî gihişte bajarokê Hemdaniyeyê û her wiha piştre serdana kesûkarên qurbaniyan kir.

Serokkomarê Iraqê got: “Em ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Hikûmet amade ye alîkariya birîndarên ku pêwîstiya wan bi çareseriya tibî ya derveyî welat heyî bike. Wezîrê Tendirustiyê û Koç û Koçberan ji bo her karek pêwîst ji kesûkarên qurbanî û birîndaran re amade ne.”

Her wiha Letîf Reşîd destnîşan kir ku ji bo sersaxî li kesûkarên qurbaniyan bidin û serdana birîndaran bikin û wiha anî ziman: “Kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wê weke şehîd werin tomarkirin. Hemû nexweşxaneyên li ser Wezareta Tenduristiyê ji bo dermankirina birîndaran amade ne.”