50 hezar Qerebaxî koçî Ermenistanê kirin

Piştî êrîşa dagirkeriya Azerbêcanê ya li ser Qerebaxê, hejmara penaberên ku sînorê Ermenistanê derbas kirin 50 hezarî derbas kir.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Ermenistanê, hejmara penaberên ku ji Qerebaxê xwe gihandine Ermenistanê 50 hezar û 243 kes e. Ev jî tê wê wateyê ku ji 120 hezar welatiyên Qerebaxê ji sêyan yek bûye koçber.

Azerbêcanê di 20’ê Îlonê de ji nişka ve êrîşî Qerebaxê kir. Piştî 24 saetan, Qerebaxê li hev kir ku çekên xwe deyne û ji bo entegrasyona herêmê bi Azerbêcanê re bikeve nava danûstandinan.

Wezareta Tenduristiyê ya Azerbêcanê di daxuyaniya xwe ya roja çarşemê de îdia kir ku di êrîşa li ser Qerebaxê de 192 leşker û sivîlek jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman çavkaniyê zêdetirî 500 leşker jî birîndar bûne.

Rayedarên Qerebaxê jî ragihandin ku 213 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.