Dîrektorê ofîsa ÛNHCR a li New Yorkê Rûven Menîkdîwela daxuyaniyek da û got, "Heta 24'ê Îlonê di sala 2023'an de zêdeyî 2 hezar û 500 kes mirin an jî winda bûn. Di sala 2022'an de di heman demê de 1.680 kes miribûn an jî winda bûbûn. Ev hejmar tê wê wateyê ku di asta du ji sê paran zêde bûye."
Menîkdîwela di civîna Konseya Ewlekariyê de ya li ser krîza koçberan a li Derya Spî axivî û got, "Raya giştî nabîne lê li bejahiyê jî mirov jiyana xwe ji dest didin."
Rayedarê ÛNHCR'ê bi dewamî got, "Rêwîtiya ji Rojava an jî Rojhilatê Efrîkayê ber bi Lîbyayê û deverên peravî yên birêketinê, yek ji rêwîtiyên herî xetere yên cîhanê ye."
Menîkdîwela diyar kir ku koçber an jî penaberên ji Efrîkayê bi rêya bejahî bi rê dikevin her gavê bi rîska mirin û binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin.
Li gorî daneyên ji aliyê rayedarê ÛNHCR'ê eşkere kir, di navbera 1'ê Çile û 24'ê Îlona 2023'an de 130 hezar jê xwe gihandin Îtalyayê bi giştî 186 hezar koçberî xwe gihandin Başûrê Ewropayê (Îtalya, Yewnanistan, Qibris û Malta). Li gorî heman dema sala 2022'an di asta ji sedî 83 zêde bûye.
Koçber herî zêde ji Tûnis û Lîbyayê bi rê ketin. Hate ragihandin ku di navbera Çile û Tebaxa 2023'an de 102 hezar koçber ji Tûnisê û 45 hezar koçber jî ji Lîbyayê hewl dan ji Derya Spî derbas bibin.