Endamtiya UCM’ê ya Ermenîstanê hate pejrandin

Piştî Azerbaycan Qerebaxê dagir kir, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) endamtiya parlementoya Ermenîstanê pejirand. Moskow ji ber vê pêşketinê aciz e.

Di dengdana ku li Parlamentoya Ermenîstanê hat kirin de 60 deng ji bo erêkirina Statuya Romayê hat dayîn, 22 parlamenter jî li dijî derketin.

Berpirsiyarê Ermeniyan ê ji karûbarên edaletê yên navneteweyî berpirsyar Eghiş Kirakosyan di destpêka nîqaşên li Meclîsê de diyar kir ku, li dijî Azerbaycanê tevlîbûna Ermenîstanê ya ji bo Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dê bibe garantiyek mezin ji bo Ermenîstanê.

Azerbeycanê di 20’ê Îlonê de ji nişka ve êrîşeke dagirkeriyê li dijî Qerebaxê da destpêkirin. Rayedarên Qerebaxê piştî 24 saetan bi danûstandinan li hev kirin ku çek danin û qebûl kirin ku herêmê entegreyê Azerbaycanê bikin. Ji ber êrîşa dawî nêzî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber gumana qirkirina etnîkî, nifûsa Qerebaxê bi girseyî dest bi koçkirina Ermenîstanê kir. Li herêma ku nifûsa wê 120 hezar e heta niha zêdeyî 100 hezar kesî berê xwe dane Ermenîstanê.

Têkiliyên Ermenîstan û Rûsyayê jî bi krîza Qerebaxê re xerabtir bûn. Erîvan, Moskowayê sûcdar dike ku wan li hember reqîbê xwe yê dewlemendtir û ji hêla leşkerî xurt Azerbaycanê bi tenê hiştiye.

Êdî Ermenîstan jî, niha ji ewlekariya xaka xwe bi fikar e. Kirakosyan got ku qebûlkirina Statuya Romayê misoger dike ku êrîşeke muhtemel a li dijî Ermenîstanê "dê bikeve nav daraza UCM’ê", ku ev yek dê "bandora pêşîlêgirtinê" bike.

Ermenîstanê di sala 1999’an de Statuya Romayê îmze kir, lê nehatibû pejirandin.

Partiyên mûxalefetê ku bi 36 kursiyan piraniya parlementoya ji 107 kursiyan pêk tê, rûniştin protesto kirin.

Projeya UCM’ê ya Ermenîstanê bû sedema berteka Rûsyayê jî. Kremlin di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê got ku nirxandina endametiyê "pir dijminane ye." UCM’ê bihara borî, biryara girtinê ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin derxistibû.

Berdevkê Serokê Dewletê ya Rûsyayê Dmitriy Peskov jî got, "Helbet em hêvî dikin ku ev biryar bandoreke neyînî li têkiliyên me yên dualî neke."

Têkiliyên Ermenîstan û Rûsyayê di qonaxeke aloz de derbas dibin. Êrîvanê ku di mehên dawî de xwe nêzî welatên rojavayî kir, ji êrîşa dawî ya Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê hêviyê wî şikest û Rûsya jî van sûcdariyan red dike.Rûsya beriya sê salan, piştî êrîşa dagirkeriya Azerbaycanê ya demkurt, Rûsyayê hêzên aştiyê li herêmê bi cih kiribû. Lê di dema êrîşa dawî ya Bakûyê de leşkerên Rûsyayê ji cihên xwe neliviyan.