Ji bo serokwezîriya Spanyayê rê li ber çepgir Sanchez vebû

Serokê rastgirên Spanyayê Alberto Núñez Feijóo ji bo ku bibe serokwezîr piştgiriya ku lê digere di parlamentoyê de nedît. Di dengdana pêbaweriyê ya duyemîn de jî hat redkirin.

Wekî dihat payîn ku serokê rastgir di dengdana pêbaweriyê ya ku li parlamentoyê hat kirin de wek serokwezîr nehat erêkirin.

Ev têkçûnê rê li ber serokwezîrê niha Pedro Sanchez vekir ku dîsa bibe namzedê serokwezîrtiyê.

Sanchez di wê baweriyê de ye ku ew ê piştgiriya serxwebûnxwazên Katalonî bigire. Li aliyê din Katalan daxwaz dikin ku rêveberên serxwebûnxwaz û yên li sirgûnê ne bên efûkirin.

Vê carê jî Sanchez dê hewl bide desteka parlamentoyê werbigire. Lê belê, ew ê ji bo çareseriya daxwazên Katalanan bêyî ku di nava partiya xwe de bibe sedema krîzê, formulekê peyda bike.

Ger Sanchez jî têk biçe, tê payîn ku hilbijartinên nû di nîvê meha Çileyê de pêk were.