Li Hîmalaya lehî rabû: 23 leşkerên Hind winda bûn
Artêşa Hindistanê ragihand ku piştî lehiya li geliyekî Hîmalaya yê li bakurrojhilatê welêt herî kêm 23 leşkerên wan winda bûne.
Artêşa Hindistanê ragihand ku piştî lehiya li geliyekî Hîmalaya yê li bakurrojhilatê welêt herî kêm 23 leşkerên wan winda bûne.
Di daxuyaniya hêzên çekdar de hate gotin, "Li Gola Lhonakê ya li bakurê eyaleta Sîkkîmê ji ber barana ji nişka ve çemê Tîsta fûriya (...) 23 leşker winda bûn." Hate ragihandin ku gelek wesayit li ber avê ketin û karên lêgerînê jî dewam dikin.
Ev herêma çiyayî ya dûr a Hîmalaya nêzî sînorê Hindistanê yê bi Nepal û Çînê re ye. Gola Lhonakê jî li quntara qeşa nêzî Kançencûnga ye ku sêyemîn çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.
Li gorî artêşa Hindistanê, ji ber bendavekê ku beriya demeke nêz av herikand, asta çemê Tîstayê bi 4,5 metreyî hîn bêhtir bilind bû.