Elmanya û Îsraîlê peymana ‘Arrow-3’ îmze kirin

Elmanyaya ji şerê li Ukraynayê vir ve dest bi pêvajoya çekdarbûnê kir û bi Îsraîlê re li ser sîstemên parastina hewayî ya ‘Arrow-3’ peyaman îmze kirin.

Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Borîs Pîstorîus di civîneke çapemeniyê ya ku li Berlînê bi hevmeqemê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallan re hat lidarxistin de ragihand ku ji bo kirîna Arrow-3 peymaneke "dîrokî" îmze kirine.

Pîstorîus diyar kir ku pergala Arrow ku tê payîn di sala 2025’an de radestî wan were kirin û wiha axivî: "Ji bo pêşeroja Elmanyayê, parastina hewayî ya Elmanyayê amade dikin."

Emerîka di 17’ê Tebaxê de ragihandibû ku wan destûr daye Îsraîlê ku sîstemên hewayî bifroşin Berlînê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya berê de firotina pergala Arrow bi 3,5 milyar dolarî firotin Elmanyayê gotibû: "Ji bo Îsraîlê peymana herî mezin a ku heta niha hatiye îmzekirin e.”

Elmanya piştî şerê Ukraynayê rû da di çarçoveya jinûve çekdarbûnê de biryar wergirt ku welatê xwe bi sîstema parastinê biparêze.

Berlîn di Cotmehê de ji bo di menzîla kurt a Elmanyayê projeya balafirkişên a parastinê ya Irîs-T, ji bo menzîla navborî Padroîdên Emerîkayê û ji bo menzîla dirêj jî projeya “Mertalên Çavên Ewropayê” Arrow-3 a ku Emerîka û Îsraîlê ye da destpêkirin. Elmanya ji ber ku derveyî sîstema Mamba SAMP/T’ê hilbijartiye û wê nexistiye bijartina pêş, Fransa û Îtalya aciz kiriye.