Ji ber şewata li Mûsilê 14 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hamdaniye ya Mûsilê ji ber şewata şeva 26'ê Îlonê herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de 14 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hamdaniye ya Mûsilê ji ber şewata şeva 26'ê Îlonê herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de 14 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hamdaniye ya Mûsilê agir bi saloneke dawetê ket û di encamê de herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Abdulemîr Şemerî diyar kir ku bi fermana Serokwezîr Mûhammed Şîa Sûdanî komîsyoneke lêpirsînê hatiye avakirin.
Şemerî ragihand ku yên bûne sedema vê felaketê wê bêne girtin û anî ziman, heta niha 14 gumanbar hatine destgîrkirin, 10 ji wan xebatkarên salonê ne.
Wezîr Şemerî diyar kir ku xwedî salonê jî yek ji wan kesên hatine destgîrkirin e.
Her wiha hate ragihandin ku encamên komîsyona lêpirsînê wê piştî 72 saetan bi raya giştî re bêne parvekirin.
Ofîsa Serokwezaretiyê têkildarî şewatê daxuyaniyek da û diyar kir ku Sûdanî beriya demeke kurt gihîşt Mûsilê û wê serdana navçeya Hamdaniyeyê bike.