Li Swêdê zarok ji bo kuştinê serî li çeteyan didin!

Şîdeta çeteyan li Swêdê her ku diçe zêde dibe. Polîsan diyar kirin ku zarok ji bo kuştinê xwe bi xwe bi çeteyan re dikevin têkiliyê.

Swêd di van salên dawî de bi tundûtûjiyê re rû bi rû maye ku bi nakokiyên di navbera çeteyan de li ser kontrolkirina tiryak û bazirganiya çekan hatine beramberî hev.

Her ku diçe ciwan tevlî tundiya çeteyan dibin. Di mehên dawî de gelek kes bûne qurbaniyên pevçûnên navbera çeteyan. Di nav wan de gelek zarok hene. Êrîşên bi xwîn li welat bûye rojeva rojane.

Şefê Polîsên Neteweyî Anders Thornberg di civîneke çapemeniyê de ev tişt anî ziman: "Em bi rewşek re rû bi rû ne ku zarok bi komên sûcdar re dikevin têkiliyê da ku kuştinê pêk bînin."

Thornberg diyar kir ku sûcdar bêrehm in û bal kişand ser pergala ku çete dema dixwazin hevrikên xwe bikujin bikar tînin. Thornberg daxuyand ku ji bo vê yekê bang li kesên ji derve, piraniya wan biçûk in, tê kirin û wiha got: "Çekan didin wan û navnîşana êrîşan didin wan. Piraniya wan ciwan in.”

Li gorî daneyên televîzyona giştî ya SVT'ê, di meha Îlonê de ku meha herî kujer a 4 salên dawî ye, di êrîşên çekdarî û teqînan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di şeva navbera Çarşem û Pêncşemê de 3 cînayet hatin kirin ku di nav wan de xortekî 18 salî û jineke 25 salî jî hebûn.

Midûrê Emniyeta Neteweyî got ku divê zarok bi pêşerojê bawer bin, zarok û ciwan nexwazin bibin kujer.

Polîsê çevdêr ê ku li herêma Stockholmê Mats Lindströmê li ser van cînayetan lêkolînê dike diyar dike ku ciwan ji bo van "peymanan" pir daxwazkar in.

Destnîşan kir ku ew dibînin ku hin zarok dinivîsin, “Gelo peymanek heye? Ez û hevalê xwe ji bo 200 hezar kron amade ne.”

Di tebaxa 2023’yan de li Swêdê 69 kesên di bin 18 salî de hatibûn destgrîkirin, di heman meha 2021’an de ev hejmar 14 bû.

Roja Pêncşemê, serokwezîrê Swêdê got ku artêş jî dê alîkariya polîsan bike.