Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 6 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn

Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê li nêzî mizgeftekê teqînek çêbû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî medya xwecihî Dawn Newsê bi wesîleya salvegera rojbûna pêxemberê Îslamê Mûhammed (Qendîla Mewlûdê) gelek kes li ber mizgeftê li hev kom bûn û hingî teqînek pêk hat.

Teqîn li bajarokê Mastûngê pêk hat û hate ragihandin ku herî kêm 6 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a Pakistanê diyar kir ku teqîn ji aliyê 'terorîstan' ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku êriş li dijî mirovên bêguneh bû.

Wezîrê ragihandinê yê Eyaleta Belûcistanê Can Açakzayî jî li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara qurbaniyan zêde bûye, lê hejmarek neda.