Li Varşovayê bi sed hezaran li dijî hikûmetê meşiyan
Li Polonyayê 15 roj man ji hilbijartinan re. Bi sed hezaran kes li navenda paytext Varşovayê ji bo ku li dijî hikûmetê bimeşin, hatin ba hev.
Li Polonyayê 15 roj man ji hilbijartinan re. Bi sed hezaran kes li navenda paytext Varşovayê ji bo ku li dijî hikûmetê bimeşin, hatin ba hev.
Serokwezîrê berê û serokê berê yê Konseya Ewropayê Donald Tûsk, meş da destpêkirin. Tûsk wiha got: “Dema ku min ev bi sed hezaran rûyên bi ken dît, min hîs kir ku di dîroka welatê me de kêliyek diyarker nêz dibe.”
Bi nêzbûna hilbijartinan re, muxalet ji bo ku hilbijêran bixe nav tevgereê meş lidar xist. Tê payîn ku milyonek kes tevlî meşê bibin.
Li welêt Partiya Edaletê (PiS) ya netewperest ku dijberê Yekîtiya Ewropayê ye, ev 8 sal in li hikûmetê ye.
Meş danê nîvro destpê kir. Ji çar aliyê welêt mirov, di vê meşê de hatin ba hev.
Serokê berê û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 1983’an Leck Walesa jî mîna gelek lîderên partiya muxalefetê, ragihandibû ku ew ê jî beşdarî meşê bibe.