Li Pakistanê di êrişê de hejmara miriyan ji 50’ê derbas kir

Di êrîşa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakisanê nêzî mizgeftekê pêk hatî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’ê derbas kir.

Rayedarên tenduristiyê û polîsan ragihand ku roja Îniyê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat.

Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mûhammed hatin ba hev, di êrîşê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn.

Alîkarê Mufetîşê Giştî yê Polîsan Mûnîr Ahmed daxuyanî da Reûtersê û diyar kir ku bombeya zindî bombeyên li nêzî wesayîta alîkarê mufetîş teqandine.

Hîna ti kesê ev êrîşa ku li nêzî mizgefta li Mastûngê pêk hatî, ne girtiye ser xwe.

Tehrîk-e Taliban Pakistan (Tevgera Talîban Pakistan – TTP) ku ji gelek komên Sunnî pêk tê, ragihand ku ti eleqeya wan bi êrîşê re tune ye.