Li Helebê êşkence li dadgerekî hate kirin: Daraz di grevê de ye
Hate hşnbûn ku hêzên "ewlehiyê" yên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîşî dadgerekî kirin û êşkence lê kirin.
Hate hşnbûn ku hêzên "ewlehiyê" yên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîşî dadgerekî kirin û êşkence lê kirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê li Helebê êrîşî dadgerekî kir.
SOHR’ê da zanîn ku dadger dema li ser erka xwe bû êrîş li ser wî hat kirin, piştre 24 saetan destgîr kir.
Hate diyarkirin ku dadger ji ber tundiya li dijî wî hatiye kirin tenduristiya wî ne baş e.
Dadger û kamendên Dadgeha Helebê li dijî bûyerê ketin grevê û xebat dan sekinandin. Dadger û karmendên dadgehê xwestin hesab ji êrîşakaran bê pirsîn.
Hejmareke dadger û endamên Sendîkaya Parêzeran û Wezaretê Dadê jî banga parastina xebatkarên qada darazê ji êrîşan û binpêkirinan kir û hişyarî da ku eger pêşî li bûyerên bi vî rengî neyê girtin, wê bawerî bi saziyên darazê lawaz bibe û rê li ber zêdebûna tevlihevî û binpêkirinan vebe.