Rûsya bi gelek dronan êrîşê Ûkranyayê kir

Rûsya ji sala 2022’yan û vir ve êrîşa herî berfireh a hewayî pêk anî. 355 balafirên bê mirov (ÎHA) li hemberî Ûkranyayê bikar anî.

Hêzên Hewayî yên Ûkranyayê ragihandin ku Rûsyayê şeva 19-20’ê Gulanê bi 355 balafirên bêmirov û 9 fuzeyan êrîşî Ûkraynayê kiriye.

Artêşa Ûkraynayê, diyar kir ku wan 233 balafirên bêmirov û 9 fuze îmha kirine û 55 balafirên bêmirov jî bêbandor kirine.

Her wiha hate ragihandin ku 5 cihên niştecihbûnê raste rast hatine hedef girtin û ji ber ketina balafirên keşfe yên bêmirov hin cih zirar dîtine.

Di êrîşa ku şeva beriya wê hat kirin de 298 balafirên bêmirov û 69 fuze hatin bikaranîn û herî kêm 13 kes mirin. Du şev beriya wê jî bi 250 balafirên bêmirov û 14 fuzeyan êrîşek pêk hatibû.