Baca gumrikê heya 9’ê Tîrmehê hate rawestandin

Serokê DYE’yê Donald Trump û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursala Von der Leyen, wextê rawestandina baca gumrikê ya ku DYE’yê plan dikir li Yekîtiya Ewropayê bisepîne heya 9’ê Tîrmehê dirêj kirin.

Her du serok, roja Yekşemê bi rêya telefonê axivîne û Von der Leyen têkildarî mijarê daxwaza dirêjkirina wextî kiriye û xwestiye ku hevdîtin bi awayekî cidî dest pê bikin. Trump jî ev daxwaze Seroka Komîsyona Ewropayê qebûl kir û got: ‘’Em ê di demeke kurt de hevdîtinekê bikin û hewl bidin çareseriyekê peyda bikin.’’

Von der Leyen jî li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û hevdîtina bi rêya telefonê ya li gel Serokê DYE’yê  weke ‘’axaftineke erênî’’ pênase kir û da zanîn ku Ewropa ji hevdîtinên bilez û bibiryar re amade ye. Von der Leyen got: ‘’Ji bo lihevkirineke baş heya 9’ê Tîrmehê wextê me heye.’’

Trump di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de aniye ziman ku têkildarî livehkirina bazirganiya li gel YE’yê lêgerînên wan tune ne û gefa baca ji sedî 50 ya ji 1’ê Hezîranê û pê ve xwaribû. Komîsyona Ewropayê jî li hemberî vê gefê hişyarî dabû ku ew ê li derhanînên Emerîkayê baceke 95 milyon euroyî ferz bikin.

Her wiha YE’yê serî li Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) da û li hemberî bacên DYE’yê pêvajoya giliya fermî da destpêkirin. Di mehên dawîn de rêveberiya Trump li berhemên Ewropayê re bacên ji sedî 25-50’yî ragihandibû. Bi vê hevdîtina Trump û Von der Leyen standina van bacan heya 9’ê Tîrmehê hatin rawestandin.