Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê şerekî demkurt
Hate ragihandin ku leşkerên Tayland û Kamboçyayê roja Çarşemê li ser sînor gule berdane hev û tiştek bi kesî nehatiye.
Hate ragihandin ku leşkerên Tayland û Kamboçyayê roja Çarşemê li ser sînor gule berdane hev û tiştek bi kesî nehatiye.
Li gorî medya xwecihî, artêşa Taylandê diyar kir ku bûyer bi qasî deh deqeyan dewam kir û sibehê saet di 05:30'î de li herêma Chong Bok (bakurrojhilat) a li ser sînorê Kamboçya û Laosê qewimî.
Artêşa Taylandê îdîa kir ku guleya destpêkê ji aliyê Kamboçyayiyan ve hatiye berdan, lê agahiyên berfireh neda.
Berdevkê artêşa Kamboçyayê jî bi rêya Mao Phalla berevajî vê yekê îdîa kir û Taylandî sûcdar kir ku êrîşî leşkerên wan kirin ku li dewriyeyê digeriyan. Herdu aliyan heta niha der barê birîndariyê de agahî nedan.
Li gel rageşiya navbera herdu welatan, li herêmê şerekî bi vî rengî kêm caran diqewime.
Tayland û Kamboçya weke mîrateyeke serweriya Fransayê ya li Kamboçyayê bi salan e li ser diyarkirina sînor li hev nakin.