Merz: Zirarên Îsraîlê yên li ser sivîlan êdî bi Hamasê re nayê rewakirin

Şansolyeyê Elmanyayê Friedrich Merz têkildarî êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser Xezeyê fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku zirara ku li sivîlan hatiye kirin êdî bi şerê li dijî Hamasê nayê rewakirin.

Şansolyeyê Elman di hevpeyvîna televîzyona WDR’ê de ev tişt anî ziman: "Di rojên dawî de zirarên li dijî sivîlan her ku diçe zêdetir dibe û êdî nikare wekî şerê li dijî terorîzma Hamasê were rewakirin."

Merz bi taybetî rexne li stratejiya leşkerî ya Îsraîlê kir û diyar kir ku ew êdî armancên artêşa Îsraîlê fêm nake.

Merz wiha axivî: "Ez êdî fêm nakim ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê çi dike û çima nifûsa sivîl ewqas bandor dibe."

Şansolyeyê Elman got ku vê hefteyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu re bi telefonê biaxivî û jê xwest ku "zêdegaviyê” neke.

Merz wiha domad: "Divê hikûmeta Îsraîlê amade be ku tiştên ku dostên wî yên herî baş qebûl nekin, ew jî neke."