Li Nîjeryayê di nava du salan de bêhtirî 10 hezar kes hatin kuştin

Li gorî raporek ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate weşandin, hate ragihandin ku di nava van du salên dawî de bêhtirî 10 hezar kes di êrîşên komên cîhadî û çeteyên çekdarî hatine kuştin.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), di 2 salên dawî de li bakur û navenda Nîjeryayê di êrîşên komên cîhadî û çeteyên çekdar de zêdeyî 10 hezar kesî hatine kuştin.

Hejmara herî zêde ya mirinan li eyaletên Benue û Plateau ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkayên ewlekariyê yên Serokdewlet Bola Tinubu têrker nînin û hate gotin ku gund hetine talankirin, binesaziya wê hatiye wêrankirin û binpêkirinên mafan ên giran li dijî sivîlan pêk tên.

Tundûtûjî, bi taybetî li herêmên gundewarî, ji ber nakokiyên etnîkî û nakokiyên axê zêdetir dibe.