Muzakereyên agirbesta ji bo Xezeyê zêde bûn

Hate ragihandin ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de di navbera Îsraîl û Hamasê de jî muzakereyên agirbestê zêde bûne.

Rayedarekî payebilind ê Hamasê ji AFP’ê re axivî û da zanîn ku di demên dawîn de muzakere zêde bûne.

Rayedarê payebilind ê Hamasê Tahir El Nono got: ‘’Pêwendiya me ya li gel birayên me yên li Misir û Qeterê qut nebû û di saetên dawîn de zêde bûye.’’

El Nono diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê ku ev 21 meh in berdewam dike ji wan re ‘’teklîfên nû’’ nehatine kirin.

TRUMP: EM GELEKÎ NÊZÎ LIHEVKIRINÊ BÛN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump di daxuaniyeke xwe de got: ‘’Êrîşên li ser Îranê wê rê li ber serbestberdana dîlên li Xezeyê veke. Em gelekî nêzî lihevkirineke bi Xezeyê re bûn, hêvî dikin ku di demeke nêz de em agahiyên xweş bistînin.’’

PARLAMENTERÊ ORTODOKS LI BER DEWAMKIRINA ŞERÊ LI XEZEYÊ RABÛ

Parlamenterê Partiya Cihûtiya Yekîtiya Tewratê Moshe Gafni li hemberî berdewamkirina şerê li Xezeyê derket.  Li gorî çapemeniya Îsraîlê Gafnî gotiye: ‘’Ez fêm nakim ku em çima hê jî şer dikin û armanca me çi ye?  Ji bo gotina ‘dîlan serbest berdin, van tiştan bisekinînin û vegerin rewşa asayî’ hewce bi kesekî weke Trump çêbû, lê belê li gorî ku xuya dike em hê bi ser neketine.’’

MALBATÊN DÎLGIRTIYAN BANGA BIDAWÎKIRINA ŞERÎ KIRIN

Forûma Malbatên Dîlgirtiyên Îsraîlî piştgirî da daxwaza Moshe Gafni ya bidawîkirina şer. Forûma Malbatên Dîlgirtiyên Îsraîlî got: ‘’Malbatên dîlgirtiyan ji bo parlamenter Moshe Gafni yê ku bêyî derew û manipulasyonan rastiyan tîne ziman, banga piştgiriyê dike.’’