Agirbesta Îran-Îsraîlê: Aliyan ‘serketin’ îlan kir, nîqaşa ‘nukleer’ didome
Agirbesta ku roja çarşemê di navbera Îran û Îsraîlê de ketî meriyetê, hîna didome, aliyan serketinên xwe îlan kirin.
Agirbesta ku roja çarşemê di navbera Îran û Îsraîlê de ketî meriyetê, hîna didome, aliyan serketinên xwe îlan kirin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şeva şemiyê tevlî bombebarana Îsraîlê ya li dijî Îranê bû. Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ji bo pêşxistina çeka atomê ya Tehranê asteng bike, êrîşên Emerîkayê sê tesîsên nukleer ‘bi temamî tune kir’. Ev ji şoreşa 1979’an û vir ve, bû êrîşa hewayî ya destpêkê ya Emerîkayê ya li dijî Îranê.
Roja duşemê, Îranê ji bo bersivdayînê êrîşî baregeheke Emerîka ya li Qatarê kir, lê windahiyên can çênebûn. Ajansa nûçeyan a dewletê Irna daxuyaniya Parêzvanên Şoreşê ragihand û got, “Bi 6 fuzeyan li baregeha El-Udeyd a Emerîka ya li Qatarê xist.”
Şeva duşemê, Serokê DYE’yê Donald Trump di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest îlan kir. Aliyan ev agirbest erê kir. Di deqeyên piştî agirbestê de gengeşe car din zêde bû, lê Washingtonê banga sukunetê kir. Agirbest hîna di meriyetê de ye û alî li eniyên xwe serketinên xwe îlan kirin.
NETANYAHU: SERKETINEKE DÎROKÎ
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, “Me projeya nukleer a Îranê tune kir” û ev yek weke “serketineke dîrokî” pênase kir. Lê belê ev daxuyanî, bi belgeyeke îstixbarata DYE’yê re ket nav nakokiyê.
CNN: TESÎSÊN NUKLEER NEHATIN TUNEKIRIN
Li gorî nûçeya CNN’ê ya xwe spartî nirxandina destpêkê ya servîsên îstixbaratê yên Emerîka, êrîşên hewayî yên DYE’yê yên li ser tesîsên Fordo, Natanz û Îsfahan ên li Îranê, weke tê hesibandin bi temamî kapasîteya nukleer a Îranê tune nekiriye. Êrîşan tenê hin cihên ketinê texrîb kirin; çêkerên sereke yên binerd û santrifujan di rêjeyeke mezin de zirar nedîtin. Tê diyarkirin ku bi îhtimala herî baş, bername çend mehan hate derengxistin.
TRUMP: KAPASÎTEYA HILBERANDINA ÇEKA NUKLEER HATE TUNEKIRIN
Trump tevî vê nûçeyê jî got, “Kampanyaya me ya bombebaranê, kapasîteya hilberandina çeka nukleer a Îranê tune kir.”
Trump li ser medyaya dîjîtal medyaya ku van nirxandinên îstixbaratê diweşîne, hedef girt û ew weke “CNN a ku nûçeyên sexte diweşîne û New York Times a neserketî” pênase kir. Trump ev îdîa kir: “Ji bo biçûkxistina yek ji êrîşên herî serketî ya dîrokê, hevkarî kirine.”
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: BERNAMEYA NUKLEER BI SALAN DERENG HATE XISTIN
Serokê Fermandariya Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir got, bernameya nukleer û fuzeyê ya Îranê, “bi salan” dereng hate xistin. Zamir got, “Me qonaxeke girîng temam kir, lê kampanyaya li dijî Îranê hîna bi dawî nebûye. Em rûpeleke nû vedikin ku di kampanyaya heyî de, pêşketinan esas digire.”
TEHRAN: EM JI BO HEVDÎTINAN AMADE NE
Di roja ewilî ya agirbestê de Îranê ragihand ku ew amade ye vegere muzakereyên li ser nukleerê yên bi DYE’yê re. Di heman demê de mafê xwe yê rêvebirina bernameya nukleer a bi armanca sivîl, dubare kir. Tevî êrîşên hewayî yên DYE’yê jî, Îranê qenala xwe ya dîplomasiyê vekirî hişt, vê yekê bal kişand.
PEZEŞKIYAN: ŞERÊ HATÎ FERZKIRIN, BI DAWÎ BÛ
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan diyar kir ku şerê 12 rojan “bi êrîşkariya maceraperest a Îsraîlê hate ferzkirin” û ragihand ku şer bi dawî bû. Pezeşkiyan got, bi saya berxwedana gel agirbest pêk hat.
LI ÎRANÊ HILWEŞÎN MEZIN E, AVAKIRINA JINÛVE DESTPÊ KIR
Ji hikûmeta Îranê Berdevk Fatemeh Muhajerani diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de binesaziyên sivîl, navendên lêkolînê, rêxistinên tenduristiyê û avahiyan zirarek mezin dîtin. Muhajerani ji televizyona dewletê re axivî û ragihand ku welêt rû bi rûyê pêvajoyeke jinûve avakirinê ye.