Netanyahu îdîa kir ku gefa nukleer a Îranê tune kiriye

Binyamin Netanyahu îdîa kir ku di şerê 12 rojan ê bi Îranê re de, “gefa nukleer” ji holê rakiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku di encama şerê 12 rojan ê Îsraîlê yê bi Îranê re de, “serketineke dîrokî” bi dest xist û gefên çekên nukleer ên Îranê tune kiriye.

Di daxuyaniya bi dîmen a ji aliyê ofîsa Serokwezîriyê ve hatî weşandin de, Netanyahu ev tişt got: “Me du xeteriyên ku gefê li me dixwin, ji holê rakir: gefa nukleer a Îranê û gefa 20 hezar fuzeyên balîstîk.”

Netanyahu îro, şerê li dijî Îranê weke “serketineke dîrokî” pênase kir û got, niyeta wî ya sekinînê nîne.

Netanyahu got, “Divê em nekevin rehetiyê. Divê em kampanyaya li dijî çarçoveya Îranê temam bikin, Hamasê têk bibin û bikin ku hemû dîlgirtiyên hem jiyan dikin hem jî mirî, bên berdan.”