CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li peravên Lampedûsayê 41 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Ajansa nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) ragihand ku li peravên Girava Lampedûsayê keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku 41 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Çînê ji ber baranê herî kêm 62 kes mirin, 41 kes winda ne
Li Çînê ji ber baranê û lehiyê herî kêm 62 kesan jiyana xwe ji dest dan, 41 kes jî winda ne. -
Isabelle Mandraud: Otokrasî dixwazin pergala navneteweyî ya heyî biguhêrin
Ji rojnameya Le Monde a Fransî, rojnamevan Isabelle Mandraud di pirtûka xwe ‘Le pacte des autocrates’’ de îşaret bi peymana nenivîskî ya di navbeyna otokratan de kir. -
Li DYE’yê bahoza dijwar: Bi sed hezaran kes bê elektrîk man
Bahozê li rojhilatê DYE’yê da û herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran kes bê elektrîk man, bi hezaran seferên balefiran hatin betalkirin an jî taloqkirin. -
Li Rojavayê Sehrayê cenazeyên 5 koçberan ji avê hatin derxistin.
Hêzên Deryayî yên Fasê, ji keştiya li Rojavayê Sehrayê binavî bû 189 koçber xelas kirin û cenazeyên pênc koçberên Senegalî derxistin ji avê. -
Bi hezaran leşkerên DYE’yê li dijî Îranê gihîştin Behra Sor
Hêzên Deryayî yê Emerîkayê ragihand ku ji bo Îran dest daneyne ser keştiyên petrolê, zêdeyê 3 hezaran leşkerên Emerîkayî bi du keştiyên şer gihîştine Behra Sor. -
Li nêzî Tûnûsê drameke din: 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 51 koçber winda ne
Li Tûnûsê nêzî Safakesê keştiyeke koçberan hefteya borî noqî avê bûbû. Hate ragihandin 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 51 koçber jî winda bûne. -
Li Tehranê di xebata hilweşandinê de 2 jê polîs herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, di dema operasyoneke hilweşandinê de gelek avahî hilweşiyan. 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hikûmeta Iraqê bi hinceta ‘ewlehiyê’ Telegram asteng kir
Hikûmet Iraqê ragihand ku ji ber sedemên têkildarî “ewlehiya neteweyî” li giştî welêt Telegram asteng kir. Ev tedbîr ji aliyê komên propagandayê yên nêzîkî alîgirên Îranê ve ku bi awayekî berfireh Telegram bikar tînin, hat şermezarkirin. -
Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 15 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
Li başûrê Pakistanê trenek ji rê derket. Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn. -
Li rojhilatê Çînê erdhej: Herî kêm 21 kes birîndar bûn
Li rojhilatê Çînê di erdheja bi pileya 5,4’an de zêdeyî 150 xanî û avahî hilweşiyan û herî kêm 21 kes jî birîndar bûn. -
Li peravên Lampedûsayê du keştiyên koçberan noqî binê avê bûn
Hêzên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihandin ku li peravên girava Lampedûsayê 2 keştiyên ku koçber tê de bûn noqî binê avê bûne. Hate ragihandin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes hatin rizgarkirin. Zêdeyî 30 kes jî winda bûn. -
Ultîmatom qediya, gelo wê li Nîjerê destwerdana leşkerî were kirin?
Ultîmatoma ku Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) dabû Nîjer a ku derbeya leşkerî lê hat kirin, vê Yekşemê bi dawî dibe. -
Ji bo trajediya penaberan a li Yewnanistanê daxwaza lêpirsîna navneteweyî hat kirin
Rêxistina Êfûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê keştiya ku di meha Hezîranê de li Yewnanistanê noqê avê bû û bi sedan penaber jiyana xwe ji dest dan, daxwaza lêpirsîneke navneteweyî kir. -
Li Kolombiyayê agirbesta ji bo 180 rojî
Li Kolombiyayê, tevgera gerîla ya herî mezin a dawî ELN ji bo 180 rojî agirbest ragihand. Agirbest 3'ê Tebaxê kete meriyetê. -
Îranê li der û dora giravên stratejîk dest bi tetbîqatê kir
Parêzkarên Şoreşê yên Îranê, li derdora giravên stratejîk ên li Kendavê li ser behrê dest bi tetbîqatê kir. -
Wê girtîgeha li ser avê li Îngilistanê bê vekirin
Ji bo yên bi rêyên neqanûnî derbasê Îngilistanê bibin, wê di demeke nêz de navendeke koçberan li ser avê bê vekirin. -
Îngilistanê qirkirina li dijî Êzidiyan bi rengekî fermî nas kir
Qraliyeta Yekbûyî di salvegera 9'emîn a qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî Êzidiyan de, bûyerên ku qewimî bi rengekî fermî weke 'qirkirinê' nas kir. -
Li Pekînê hejmara miriyan derket 20’ê, 19 kes winda ne
Ji ber baranên dijwar ên li Pekînê, hejmara kesên li payext û derdorê jiyana xwe ji dest dan derket 20’ê û 19 kes winda ne. -
Li herêma Euroyê bêkarî di asta herî jêr de ye
Li gorî daneyên buroya îstatîstîkê ya Ewropayê Eurostat, rêjeya bêkariyê ya meha Hezîranê ya ku pereyê yekane lê tê bikaranîn, li gorî meha Nîsan û Gulanê ji sedî 6,4 di asta herî jêr de maye. -
Li Pekînê lehî rabû: Herî kêm 11 kes mirin, 27 jî winda ne
Ji ber lehiya ku ji ber barana zêde ya li Pekîna paytexta Çînê û derdora wê rabû, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî winda bûn. -
Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bakur rojavayê Pakistanê li bajarê Pakhtûnkhwayê, êrîşeke xwekujî li mîtîngeke siyasî hate kirin. Di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Konferansa Bogotayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
Konferansa 'Rabûna li ber kapîtalîzmê" ku li paytexta Kolombiya Bogotayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li tevahiya cîhanê bang kir. -
Talîbanê vê carê jî amûrên muzîkê şewitandin
Wezareta Exlaqê ya Afganîstanê li bajarê Herat ê rojavayê Afganîstanê amûrên muzîkê şewitandin. -
Li rojavayê Rûsyayê bager: 8 kes mirin û 27 jî birîndar bûn
Ji ber bagera ku li rojavayê Rûsyayê li qada kampekê ket, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes jî birîndar bûn.