Wê girtîgeha li ser avê li Îngilistanê bê vekirin

Ji bo yên bi rêyên neqanûnî derbasê Îngilistanê bibin, wê di demeke nêz de navendeke koçberan li ser avê bê vekirin.

Hat ragihandin ku wê navenda koçberan di demeke nêz de bê vekirin.

Hikumetê diyar kir ku wê navend di demeke nêz de li Portlandê bê vekirin ‘’mêvanên xwe yên ewil’’ bihewîne.

Divê navend bihata vekirin, lê ji ber rîska ku wê agir pê bikeve, vekirina wê derengî ket.

Îngilistan ji bo kêmkirina zexta li ser pergala penaberiyê, wê 500 mêrên 18-65 di vê navendê de rabigire.  

Sala çûyî ji bo xwe bigihînin Îngilistanê nêzîkê 45 hezar kes bi rêyên qaçax ji Behra Manşê buhurîn û gihîştin Keyaniya Yekbûyî.

Bi qanûneke nû li Îngilistanê, ji bo girtina rê li ber penaberiyê û astengkirina serlêdana ji bo pênaberiyê tê armanckirin.

Li gor tevdîrên nû, yên bên girtin ya wê li welatê xwe bên vegerandin ya jî wê derî sînorê welatekê bi ewlehî bên kirin û wê vegera li Îngilistanê bê qedexekirin.

Mebesta hikumetê ew bû ku hinek ji yên bêyî destûr hatine bişîne Rûandayê, lê meha çûyî Dadgeha Temyîzê biryar da ku ev kirin ne qanûnî ye.