Li DYE’yê bahoza dijwar: Bi sed hezaran kes bê elektrîk man

Bahozê li rojhilatê DYE’yê da û herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran kes bê elektrîk man, bi hezaran seferên balefiran hatin betalkirin an jî taloqkirin.

Bahoz û baranê ji Alabamayê heta New Yorkê li beşeke mezin a rojhilatê DYE’yê da.

Servîsa Rewşa Hewayê ya Neteweyî (NWS) diyar kir leza bahozê carinan derdikeve di saetekê de 128 kîlometre.

NWS’ê ragihand li Vîrgînîayê zîpika bi qasî 11,5 santîm bariyaye.

Hate diyarkirin di van bahozan de du kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî malpera Poweroûtage.us’ê roja Duşemê li peravê rojhilat ê welat elektrîka 700 hezar kesî hatiye birîn.

Ji ber şertên hewayî nêzî 1700 seferên balefiran hatine betalkirin û herî kêm 8 hezar sefer jî hatin taloqkirin.