Îngilistanê qirkirina li dijî Êzidiyan bi rengekî fermî nas kir
Qraliyeta Yekbûyî di salvegera 9'emîn a qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî Êzidiyan de, bûyerên ku qewimî bi rengekî fermî weke 'qirkirinê' nas kir.
Qraliyeta Yekbûyî di salvegera 9'emîn a qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî Êzidiyan de, bûyerên ku qewimî bi rengekî fermî weke 'qirkirinê' nas kir.
Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an nas kir.
Wezîrê Karên Hundir Tariq Ahmad got, "Şêniyên Êzidî beriya 9 salan êşên gelekî giran ji destê DAÎŞ'ê kişandin û bandora vê yekê hîn jî dewam dike."
Wezîr got, "Edalet û hesabdayin ji bo mirovên ku jiyana wan parçe parçe bûye, gelekî girîng e."
Ahmad diyar kir ku ev naskirina 'dîrokî' soza Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo 'wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke bi wate' xurt dike.
Qraliyeta Yekbûyî heta niha bûyerên li pênc deveran weke qirkirinê nas kiriye. Beriya niha Qirkirina Cihûyan, Bosna, Rûanda, Srebrenîca û Kamboçyayê weke qirkirinê nas kiribû.
Beriya biryara Qraliyeta Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Federal a Elman di 17'ê Çileya 2023'an de endamekî berê yê DAÎŞ'ê ji ber êrîşên qirkirinê yên li Şengalê û sûcên li dijî mirovahiyê mehkûm kiribû.
Sûcên li dijî Êzidiyan yekemcar di 30'ê Mijdara 2021'ê de ji aliyê dadgeha Elman ve weke 'qirkirinê' hatibû naskirin. Piştre jî ji aliyê gelek parlamentan û saziyên navneteweyî ve qirkirin hate naskirin. Parlamenta Elman meha Çileyê Qirkirina Êzidiyan nas kiribû.