Li Pekînê hejmara miriyan derket 20’ê, 19 kes winda ne
Ji ber baranên dijwar ên li Pekînê, hejmara kesên li payext û derdorê jiyana xwe ji dest dan derket 20’ê û 19 kes winda ne.
Ji ber baranên dijwar ên li Pekînê, hejmara kesên li payext û derdorê jiyana xwe ji dest dan derket 20’ê û 19 kes winda ne.
Bahoza Doksûrî ya ku roja Îniyê li eyaleta Fîjûanê ya rojhilatê bandor kir, piştî ku daket asta bahozê, bandora xwe ji başûrêrojhilat heta bakurê welêt dewam dike.
Roja Şemiyê vê carê li herêma Pekînê baraneke zêde bariya. Tenê di 40 saetan de, baran bi qasî ku tevahiya meha Tîrmehê li hev bike barî. Navçeyên nîvbejahî yên Pekînê herî zêde bandor bûn.
Li gorî medyay dewletê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî winda ne. Li gorî rojanameya dewletê Global Times li Pekînê ku xwedî 22 milyon nifûs e, zêdeyî 100 hezar kes birin qadên bi ewle. Li navçeya Mentoûgoû nêzî 150 hezar kes nikarin ava paqij bidest bixin.
Li Pekîn û wîlayeta Hebeyê ya cîran a li bakurê wê, ji ber baranê û rîskên jeolojîk hişyariya sor hat dayîn. Mirov ji ber lehî û hezîna erd bi fikar in.
Li gorî pisporên Çînî, barana heyî dikare li Pekînê ji Tîrmeha 2012’an ku 79 kes mirin û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin, bibe sedema lehiyeke dijwartir.