Isabelle Mandraud: Otokrasî dixwazin pergala navneteweyî ya heyî biguhêrin
Ji rojnameya Le Monde a Fransî, rojnamevan Isabelle Mandraud di pirtûka xwe ‘Le pacte des autocrates’’ de îşaret bi peymana nenivîskî ya di navbeyna otokratan de kir.
Ji rojnameya Le Monde a Fransî, rojnamevan Isabelle Mandraud di pirtûka xwe ‘Le pacte des autocrates’’ de îşaret bi peymana nenivîskî ya di navbeyna otokratan de kir.
Isabella Mandraûd ku nivîskara hevkar a pirtûka ‘’Le pacte des autocrates’’ (Hevkariya Otokratan), bi medyaya RTS ya Swîsreyî re axivî.
Li gor Mandraûdê di navbeyna rejîmên dîktatoriyê de ji bo zeîfkirina demokrasiyê û bêîstiqrarkirinê peymaneke veşarî heye û wê îdia ew e ku otokrasî dixwazin pergala navneteweyî ya niha hikum li têkiliyên navneteweyî dike, biguhêrin.
Welatên sereke yên otokrat Rûsya, Çîn, Tirkiye, Sûriye, Îran, Venezûella û Hindistan in.
Mandraûd dibêje ku rêveberiyên otokratîk xwe pir caran bi wesfên demokrasiyê dixemilînin lê bi kar naynin. Îdia dikin ku nûnerên gel in lê aliyê wan ê hevpar ew e ku erka dayîna biryaran ji gel distînin.
Rojnamevan balê dibe ser wê yekê ku rejîmên otokratîk û dîktatoryal bi rêya civînên lûtke yên navneteweyî ji bo biryaran bi hev re bidin û dîtina xwe bikin ferz koordîne dibin.
Li gor rojnamevanê dibe ku cihê pevçûnê yê herî mezin bibe Asyaya Navîn.
Bi ya Isabelle Mandraûdê çeka herî tirsnak a otokrasiyan ‘’dezenformasyona bi niyeta xerab e’’.
Mandraûd her wiha dibêje: ‘’YE’yê bi derengî dest bi şerê bi vê re kiriye. Otokrasî di mijara koçberiyê de ku aliyê zeîf ê Yekitiya Ewropayê ye, otokrasî pir dilîzin. Yekitiya ku YE’yê li dijî danekirinên Rûsyayê ava kir, tevî hewqas hewilên bi armanca xerakirina vê yekitiyê, hêviyên Pûtîn şikestin.’’