Li rojhilatê Çînê erdhej: Herî kêm 21 kes birîndar bûn

Li rojhilatê Çînê di erdheja bi pileya 5,4’an de zêdeyî 150 xanî û avahî hilweşiyan û herî kêm 21 kes jî birîndar bûn.

Li gorî enstîtuya jeolojiyê ya Amerîkayê USGS, erdhej li gorî saeta herêmî di saet 02.33’an de 26 kîlometre li başûrê bajarê Dezhu yê eyaleta Şantungê, 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî rojnameya Global Times, ev erdheja pêk hatî dijwartirîn erdhej bû ku di bêtirî deh salan de li parêzgeha Şandong qewimî. Erdhej li Pekînê, Tîanjîn û Şanghayê jî ku 800 kîlometre dûrî navenda erdhejê ne, hat hîskirin.

Li gorî rayedarên Televîzyona dewletê CCTV, hate ragihand ku herî kêm 21 kes birîndar bûne û 156 xanî an avahî hilweşiyane. Piştî erdheja ewil 52 erdhejên biçûk pêk hatine.

Erdhejên li Çînê ne ji rêzê ne, lê kêm caran li rojhilatê welêt dikevin ku piraniya nifûs û bajarên mezin lê ne. Buroya Sîsmolojiyê ya Şandungê got ku îhtîmala erdhejek dijwar pir kême.