Li herêma Euroyê bêkarî di asta herî jêr de ye

Li gorî daneyên buroya îstatîstîkê ya Ewropayê Eurostat, rêjeya bêkariyê ya meha Hezîranê ya ku pereyê yekane lê tê bikaranîn, li gorî meha Nîsan û Gulanê ji sedî 6,4 di asta herî jêr de maye.

Ji dema ku buroya îstatîstîkê ya Ewropayê ji Nîsana 1998’an û vir ve bi rêk û pêk dest bi berhevkirina danayên ji bo welatên ku pereyê nizam bikar tînin û vir ve, bêkarî di asta herî jêr de ye.

Eurostat daneyên bêkariyê beriya ku hêjmarên wê ber bi jêr ve dakeve, ji bo Nîsan û Gulanê ji sedî 6,5 ragihandibû

Li gorî daneyên Eurostat ên roja Sêşemê hatin weşandin, rêjeya bêkariyê ya li herêma Euro di meha Hezîranê de stabîl ma bû û bi rêjeya ji sedî 6,4 ê nifûsa kar, asta herî jêr a heta niha bû.

Rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de li gor heman meha sala 2022’yan 0,3 puan kêm bû. Tevî paşketina aborî ya ku ji ber encamên şerê li Ukraynayê û zêdebûna enflasyonê ya li herêma euroyê di dawiya sala 2022’yan û destpêka 2023’yan de derketiye holê, bêkarî ji Nîsanê û vir ve di astek ku mînaka wê nîne de daket.