Bi hezaran leşkerên DYE’yê li dijî Îranê gihîştin Behra Sor

Hêzên Deryayî yê Emerîkayê ragihand ku ji bo Îran dest daneyne ser keştiyên petrolê, zêdeyê 3 hezaran leşkerên Emerîkayî bi du keştiyên şer gihîştine Behra Sor.

DYE’yê, bi du keştiyên şer zêdeyê sê hezaran leşker şandin Kendavê ku ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanê gelek giring e.

Fîloya Pêncemîn a Hêzên Deryayî yên DYE’yê da xuyakirin ku hêzên deryeyî yên DYE’yî roja Yekşemiyê bi keştiyên şer ên bi navê USS Bataan û USS Carter Hallê gihîştine Behra Sor.

Berdevkê Fîloya Pêncemîn Fermandar Tîm Hawkîns, diyar kir ku Wezareta Parastinê ya DYE’yê bi armanca girtina rê li ber destdirêjî û destdanîna ser keştiyên bazirganiyê ya Îranê hêzên xwe şandine Kendavê.

Berdevkê Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, anî ziman ku cihbicihkirina leşkerên Emerîkayî li Kendavê xizmeta ji bo berjewendiya Washingtonê ye.

Kenanî ku daxuyanî da rojnamevanan, got: ‘’Bi hebûna leşkerî ya hikûmeta DYE’yê li herêmê, tu car ewlehî çê nebûye û armanca bi cihbicihkirinê zêdekirina nearamiyê ye.’’