Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bakur rojavayê Pakistanê li bajarê Pakhtûnkhwayê, êrîşeke xwekujî li mîtîngeke siyasî hate kirin. Di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya polîsên Pakistanê çend meh beriya hilbijartinê, li mîtînga partiyeke Îslamî êrîşeke xwekujî hate kirin. Di encama vê êrîşê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Êrîş li herêma Bajaûrê ya li ser sînorê Efganistanê, li mîtînga partiya Jamîat Ûlema Îslam-Fazl (JUI-F) hate kirin. Di dema êrîşê de 400 kes li mîtîngê bûn.

Talîban a Pakistanê ragihand ku têkiliya wan bi êrîşê re nîne û êrîş şermezar kir.

Hikumeta Talîbanê ya li Efganistanê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.

Tê payin ku hikumeta Pakistanê di nava du hefteyên bê de xwe betal bike û hilbijartinên giştî meha Mijdarê bê kirin.

Heta niha kesî berpirsyariya vê êrîşa beriya hilbijartinê li xwe negirtiye. Baskê çeteyên DAÎŞ'ê yên Pakistanê heta niha daxuyanî nedaye.