Li Pakistanê qeza trenê: Herî kêm 15 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
Li başûrê Pakistanê trenek ji rê derket. Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Pakistanê trenek ji rê derket. Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Rêyên Hesinî yê Pakistanê Hawaja Saad Refîk daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Bi rastî jî qezayeke gelekî giran rû da."
Refîk anî ziman ku tîmên alîkariya destpêkê gihîştin cihê bûyerê. Hate ragihandin ku herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medya xwecihî, qeza li nêzî gara trenê ya Sahara ya li bajarê Navabşah ê li eyaleta Sîndê qewimî.
Trena Hazara ekspres ji Karaçî diçû bajarê Abbottabadê. Rayedarekî rêyên hesinî ji qenala televîzyonê ya HUM News re axivî û diyar kir ku 8 vagon ji rê derketin.
Li Pakistanê ku rêyên hesinî yên ji hezaran kîlometreyî yên ji dema mêtingeriya Împaratoriya Brîtanyayê û trenên wê demê mîrate wergirt, timî qezayên trenê rû didin.
Hezîrana 2021'ê li başûrê welêt du ren li hev qelibîn û di encamê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî birîndar bûn.
Di Cotmeha 2019'an de li Tezgam ekspresê şewatê rû dabû û herî kêm 75 kes bi saxî şewitî bûn.
Sala 2005'an jî du tren li Ghotkiyê li hev qelibî bûn û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.