Ultîmatom qediya, gelo wê li Nîjerê destwerdana leşkerî were kirin?
Ultîmatoma ku Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) dabû Nîjer a ku derbeya leşkerî lê hat kirin, vê Yekşemê bi dawî dibe.
Ultîmatoma ku Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (CEDEAO) dabû Nîjer a ku derbeya leşkerî lê hat kirin, vê Yekşemê bi dawî dibe.
Zextên li ser derbekerên li Nîjerê zêde dibin. Ultîmatoma ku heft roj berê ji hêla CEDEAO ve hatî dayîn vê Yekşemê bi dawî dibe. CEDEAO ji darbekaran xwest ku Serokkomar Mihemed Bazum vegerînin ser wezîfeyê, yan jî hişyarî dan ku ew ê destwerdana leşkerî bikin. Bazum ji 26’ê Tîrmehê vir ve li Qesra Serokkomariyê tê ragirtin.
Rayedarekî CEDEAO'yê roja Înê 4'ê Tebaxê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 48 saet beriya qedandina ultîmatomê, serfermandarên CEDAO'yê li dijî cûntaya Nîjeryayê 'xetên destwerdaneke gengaz a leşkerî' diyar kirine.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku ew "bê tawîz û bi biryar" piştgirî didin hewldanên CEDEAO yên ji bo têkbirina hewla derbeyê. Wezaretê got, "Paşeroja Nîjerê û aramiya tevahiya herêmê di xetereyê de ye."
Li aliyê din, derbekaran diyar kirin ku ew ê "li hemberî her êrîşekê demildest bersivê bidin."
Biryarnameyek ku êvara Pêncşemê hefteya borî li ser televîzyonê hate xwendin bang li "gelê Nîjerê kir ku li hember sîxuran û hêzên çekdar ên biyanî hişyar be."
Darbekaran ji welatiyan xwestibû ku "hemû agahiyên li ser tevger an jî ketina kesên bi guman li welêt, ji rayedaran re ragihînin."