Li Tehranê di xebata hilweşandinê de 2 jê polîs herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, di dema operasyoneke hilweşandinê de gelek avahî hilweşiyan. 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, di dema operasyoneke hilweşandinê de gelek avahî hilweşiyan. 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Tasnîmê di dema operasyoneke hilweşandinê de gelek avahî hilweşiyan. Li gorî ajansê 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsên Tehranê diyar kir di dema operasyonê de pênc avahiyên ku ‘di dema avakirinê de li gorî qaîdeyên ewlekariyê’ tevnegeriyane, ji nişka ve hilweşiyane.
Berdevkê Îtfaiyeyê yê Tehranê Celal Malekî got “Xebatkarên me li wir dixebitin dibe ku di binê kavilan de kesekî din jî hebe.”
DI 2 SALAN DFE 46 HEZAR AVAHIYÊN ‘QAÇAX’ HILWEŞIYANE
Li gorî Hemşehrî ya ku weşana şaredariyê ye di 2 salên dawîn de herî kêm 46 hezar avahiyên ku destûra wan tunebû, hilweşiyane.
Di Gulana 2023’an de li bajarê Abadanê avahiyek hilweşiyabû û 43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.