Wezareta Telekomunîkasyonê ya Iraqê daxuyaniyek nivîskî da û ji bo astengkirina Telegramê ev hincet nîşa kir, “bi dîrektîfên dezgehên bilind ên derbarê ewlehiya neteweyî”.
Wezaretê diyar kir ku bernameya peyam nivîsînê, di heman demê de parastina daneyên şexsî yê welatiyan îhlal dike û anî ziman ku hikûmetê gelek caran daxwaz ji Telegram kiriye ku destwerdanê li bûyera “ragihandina agahiyên ji saziyên hikûmetê û welatiyan re, ku metirsiyê li ser ewlekariya neteweyî û aştiya civakî dikin” bike.
Tê diyarkirin ku Telegram ku li Iraqê bernameyeke gelekî populer e, bi taybetî ji aliyê komên girêdayî fraksiyonên çekdar û partiyên siyasî yên alîgirên Îranê ve weke platformeke propagandayê tê bikaranîn.
Yek ji van koman astengkirina Telegramê protesto kir û diyar kir ku ev yek bêdengkirin e.
Ev kom ku zêdeyî 330 hezar aboneyên wê hene, nerazîbûn nîşa dide ku hikûmetê dest daniye ser azadiyê. Partiyên ku weke alîgirên Îranê tên pênasekirin jî, piştgiriyê didin hikûmetê.
Telegram li gelek welatên din jî hatiye astengkirin.