Şandeyek ji Rêxistina Êfûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, di çarçoveya lêkolînên berdewam ên li ser şert û mercên noqbûnê û tedbîrên wê, di navbera 4-13’ê Tîrmeha 2023’an de serdana Yewnanîstanê kirin. Endamên şandeyê bi 19 kesên ku ji keştiya binavbûyî rizgar bûne, 4 xizmên windayan, saziyên civaka sivîl, sazî û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û navneteweyî, ewlehiya peravê ya Yewnan û nûnerên polîsên Yewnan re hevdîtin kirin.
Cîgira rêveberiya bernameya Ewropa û Asyaya Navîn ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Jûdîth Sûnderland wiha got: “Meqamên Yewnanî divê di çavdêrî û piştgiriya civaka navneteweyî de lêpirsîneke zelal pêk bînin da ku edalet û tazmînatê kesên rizgarbûne û malbatên qurbaniyan pêk were û hesab ji kesên berpirsiyar bêne pirsîn.
Şeva 13-14’ê Hezîranê keştiyeke kevin û zêde barkirî ku ji Lîbyayê derket, li peravên Yewnanistanê noqê avê bû.
Di keştiyê de nêzî 750 kes hebûn û ji wan tenê 100 kes rizgar bûn. Ji wan kesên jiyana xwe ji dest dan, tenê cenazeya 82 kesan hate dîtin.
Li Yewnanistanê derbarê 9 Misiriyên ku bi îdiya qaçaxçîtiyê hatibûn destgîkirin, teqîbat hat destpêkirin.
Dadgeha Deryayê ya Yewnanistanê derbarê rola erkdarên ewlehiya peravê de lêpirsîn da destpêkirin. Kesên ji keştiyê rizgar bûne diyar kirin ku erkdarên ewlehiyê ne ketîne hewila rizgarkirina wan.
Jûdîth Sûnderland got: “Nakokiya di navbera îfadeyên kesên rizgarbûyî û daxuyaniyên rayedaran ên têkîldarî bûyerê pir bi fikar e.”
Rêxistina Êfûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bang li Atînayê kir ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane bên dîtin, teşxîs kirin û veşartin û li ser serlêdanên penaberiyê yên kesên rizgarbûyî temînatê bidin.