Îranê li der û dora giravên stratejîk dest bi tetbîqatê kir
Parêzkarên Şoreşê yên Îranê, li derdora giravên stratejîk ên li Kendavê li ser behrê dest bi tetbîqatê kir.
Parêzkarên Şoreşê yên Îranê, li derdora giravên stratejîk ên li Kendavê li ser behrê dest bi tetbîqatê kir.
Li gor Irnayê ku ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ye, Parêzkarên Şoreşê ji bo parastina giravên li Kendavê roja Çarşemê dest bi tetbîqata li ser behrê kiriye.
Fermandarê Hêzên Behrê Alî Ozmae, diyar kir ku tetbîqat li nêzê girava Ebû Mûsa û giravên Mezin û Piçûk ên Tûnbê tê kirin. Di der barê qewilê tetbîqatê de tu daxuyanî nehat dayîn.
Irnayê ragihand ku keştiyên Parêzkarên Şoreşê bi pergala fuzeyê ya bi navê Qadir û fuzeyên balîstîk ên Fatih 360’ê hatine tijekirin.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî, keştiyên li ser avê yên bêmirov ên bi jîriya çêkirî hatine xemilandin, balafirên şer, firoke û wesayîtên hewayî yên bêmirov jî di keştiyan de hatine bicihkirin.
Her sê giravên stratejîk di têketina Tengava Hurmuzê de ne. Ji pêncan yekê petrola di vê tenvagê re bi rêya behrê li dinyayê tê belavkirin. Girav di bin destên Îranê de ne, lê Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb îdia dikin ku heqê wan jî tê de heye. Lewma bi salan e li ser li hev nakin.
Konseya Yekitiya Kendavê ku şeş welatên li Nîvgirava Ereban anîn ba hev, Îranê bi dagirkirina van giravan sûcbar dike.
Serê meha Tîrmehê, artêşa li ser behrê ya DYE’yê, li ser behra Ûmmanê dest danîn ser du tankerên petrolê yên hêzên Îranê û bi şûn de bi rojekê, da zanîn ku Îranê li Kendavê dest daniye ser keştiyek bazirganiyê.
Çend roj bi şûn de, DYE’yê da zanîn ku ji bo Îran dest daneyne ser keştiyên li Kendavê, wê keştiyeke şer û balafirên şer ên F-35 û f-16 li Rojhilata Navîn bi cih bike.