Li Pekînê lehî rabû: Herî kêm 11 kes mirin, 27 jî winda ne

Ji ber lehiya ku ji ber barana zêde ya li Pekîna paytexta Çînê û derdora wê rabû, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî winda bûn.

Pekîn û herêma wê ev çend roj in di bin bandora barana zêde de ye. Bagera ku piştî li Fîlîpînan ket, roja Înê li eyaleta Fîjûanê ya rojhilatê bandora xwe dewam kir û tundiya wê kêm bû.

Li herêmê roja Şemiyê barana dijwar dest pê kir. Li gorî televîzyona dewletê, li paytextê di 40 saetan de bi qasî tevahiya meha Tîrmehê baran bariye.

Li gorî televîzyona dewletê CCTV, "barana zêde bû sedema herî kêm 11 mirin û 27 winda bibin."

Li Pekîn û parêzgeha Hebeyê ya cîran a li bakurê wê ji ber baranê û rîskên jeolojîk hişyariya xeterî hate dayîn. Ji lehî û şimitîna erd ku ji nişka ve pêk bê tê gumankirin.

Li gorî pisporên Çînî, barana heyî dikare li Pekînê ji Tîrmeha 2012'an ku 79 kes mirin û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin, bibe sedema lehiyeke dijwartir.