Li nêzî Tûnûsê drameke din: 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 51 koçber winda ne
Li Tûnûsê nêzî Safakesê keştiyeke koçberan hefteya borî noqî avê bûbû. Hate ragihandin 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 51 koçber jî winda bûne.
Li Tûnûsê nêzî Safakesê keştiyeke koçberan hefteya borî noqî avê bûbû. Hate ragihandin 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 51 koçber jî winda bûne.
Berdevkê Dadgeha Safakesê Fevzî Masmûdî ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê re axivî û got “Heta niha 4 cenaze ji avê hatine derxistin, 2 koçber hatine rizgarkirin û 51 koçber jî winda bûne.”
Keştiya ku ji plajeke bakurê Safakesê bi rê ketibû di dawiya hefteyê de noqî avê bûbû. Li gorî gotinên du kesên sax filitîne, di keştiyê de 57 koçber hebûn.
Li plajên bakurê Safakesê ji roja Înê heta Yekşemê 12 cenaze hatin dîtin. Piştî vê lêkolîn tê kirin ka li qadê keştiyên din jî noqî avê bûne yan na.
Li Tûnûsê ji 1’ê Çileyê heta 20’ê Tîrmehê cenazeyê 901 koçberên ji Efrîkaya Binê Sehrayê ji avê hatine derxistin.
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji serê sala 2023’an û heta niha 87 hezar koçber bi rêyên qaçax gihiştine Îtalyayê.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî li Behra Spî ya Navîn a ku di navbera Bakurê Efrîkayê û Îtalyayê de ye, ji sala 2014’an û heta niha 20 hezar kesan li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane.