Li Rojavayê Sehrayê cenazeyên 5 koçberan ji avê hatin derxistin.
Hêzên Deryayî yên Fasê, ji keştiya li Rojavayê Sehrayê binavî bû 189 koçber xelas kirin û cenazeyên pênc koçberên Senegalî derxistin ji avê.

Li gor nûçeya MAP’ê ku ajanseke nûçeyan a Fasê ye, 5 cenazeyên koçberan ji avê hatine derxistin, 11 koçberên rewşa wan ne baş e, birine nexweşxaneyek li Dakhlayê ku li Rojavayê Sehrayê ye.
Li gor MAP’ê koçber koçber ji welatekê li başûrê Keyaniya Fasê bi rê ketine û xwestiye xwe bigihînin giravên Kenerî yên Spanyayê. Hat diyarkirin ku keştiya koçberan li Guergûartê li ser avê hatiye tespîtkirin ne di rewşeke baş de bûye.
Li qeraxên behrê yên li Fasê ji nîvê meha Tîrmehê ta bi niha, 13 koçberan jiyana xwe ji dest daye.
Komeleya Mafên Mirovan a Fasê, bi daxuyaniyekê ku 25’ê Tîrmehê da, da zanîn ku ji ber binavbûna keştiyekê li Rojavayê Sehrayê, 5 koçberên Fasî jiyana xwe ji dest daye.
Rêya koçberiyê ya Keneriyê ku deriyekê têketinê yê ber bi Ewropayê ve ye, hefreyên dawîn pir tê bikaranîn. Koçberên ji qeraxên bakurê Efrîkayê tên, ber bi giravên Keneriyê ve diçin. Ji qeraxên behrê yên Fasê û Rojavayê Sehrayê jî keştî radibin.