CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Edaleta ku piştî 50 salan hat
Cezayê ku li kujerên stranbêjê komunîst ê Şîlî hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Şîlî ve hate erêkirin. -
Li Îranê hunermendê li dijî serînixumandina bi zorê bû, hate girtin
Li Îranê hunermend Mehdî Yarrahî ji ber strana ‘Laçika te’ hatibû destgîrkirin û piştre jî hate girtin. -
Şewata mezin a li Yewnanistanê di roja 12’an de ye
Li Yewnanistanê şewatên daristanan ku şewata herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye, di roja 12’an de didome. -
Li Tacîkistanê barana zêde: Herî kêm 21 kes mirin
Li Tacîkistanê ku welatekî çiyayî yê li Asya Navîn e, ji ber baranê erd şemitî, teht wergeriya. Di encamê de herî kêm 21 kes mirin. -
Li Gabonê darbeya leşkerî pêk hat
Li Gabonê, piştî ku Alî Bongo di hilbijartinê de ji sedî 64 ê dengan wergirt û cara sêyemîn serketina xwe ragihand, darbeya leşkerî pêk hat. -
Li Çînê ji ber lehiyê 4 kes mirin, 48 kes winda ne
Li başûrrojavayê Çînê ji ber lehiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda bûn. -
Greva birçîbûnê li Behreynê: Wê şertên girtîgehê bên başkirin
Rayedarên Behreynê, roja 22’yemîn a greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan, da zanîn ku wan dil heye şertên girtîgehê baş bikin. -
Agir bi daristanên li Yewnanistanê ketiye, venamire
Komîsyona Ewropayê da zanîn ku agirê li Yewnanistanê bi daristanan ketiye, heta bi niha bi tu dereke welatên Yekitiya Ewropayê neketiye. -
Ji ber bûyerên li banliyoya li Fransayê zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin
Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond-Morettî ragihand ku ji ber serhildana ku 27’ê Hezîranê dema ku zarokek ji aliyê polîsan ve hat kuştin destpê kir, zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin û piraniya wan hatin mehkûmkirin. -
Li Kerkûkê endamekî hêzên taybet ên Fransî hate kuştin
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê, li Kerkûkê di encama operasyonekê de endamekî hêzên taybet ê Fransayê hate kuştin. -
Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin qetilkirin
Li bajarê Nyala ya eyaleta Darfûr a Başûr a Sûdanê, roja Sêşemê herî kêm 39 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn. -
Hişê dîjîtal û daneyên biyometrîk dibe ku xetere bin
Li Rojhilata Navîn hejmara nasnameyên ku daneyên biyometrîk tê de ne hene, zêde dibe. Pispor bi fikar in ku rejîmên zordar van daneyan li dijî muxalîfan bi kar bînin. -
Bahoza Idalia ber bi Florîda ve diçe
Tê payîn ku bahoza tropîk Idalia ku ber li avên Karibik ên nêzî Meksîkayê çêdibin, roja Çarşemê bigihije Florîdayê. -
Li peravên Mîdîllî keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû
Li peravên Girava Mîdîllî ya li Derya Egeyê, ji ber ku keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 18 kes hatin rizgarkirin. -
Li Fransayê bi navê laîktiyê li dibistanan abaye hate qedexekirin
Wezîrê Perwerdeya Milî ya Fransayê Gabrîel Attal ragihand ku di bin navê laîtiyê de wan li dibistanên li welêt lixwekirina kincê kevneşop ê dilsoziya bi olekî re nîşan dide, qedexe kirine. -
Li Kenyayê têkildarî krîza sîstema cîhanê civînek hate lidarxistin
Li Kenyayê têkildarî krîza sîstema cîhanê, civîna Tevna Global a Alternatîfan (GTA) hat lidarxistin. Di civînê de li ser zanista Jineolojiyê û Konfederalîzma Demokratîk nirxandin hatin kirin. -
Li Nîjaryayê 42 jin û zarok hatin revandin
Li Nîjeryayê di encama êrîşa Boko Haram de 42 jin û zarok hatin revandin. -
Li Asyayê 68 milyon kes xizan bûn
Li gorî raporeke Banka Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB) enflasyona bilind li gel şewba Covîd*19 par li Asyayê bû sedem ku nêzî 68 milyon mirov xizan bibin. -
Balafira taybet a Prîgojîn ketiye û 10 kesên tê de jiyana xwe ji dest daye
Li Rûsyayê balafireke taybet a Koma Wagnerê ket. Tê gotin ku hemû kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest daye Û serokê Wagnerê Prîgojîn jî di balafirê de bûye. -
Tîmên agirkuj cenazeyên 20 kesan li daristanên Yewnanistanê dîtin
Di encama şewata ku li Yewnanistanê derketî de cenazeyên 20 kesan di sînorê navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de hatin dîtin. -
Rûsyayê êrîşî Idlibê kir: 13 çete mirin
Di êrîşa hewayî ya balafirên Rûsan a li ser bakurê Idlibê de, 13 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hatin kuştin. -
'ELN wê tişta ku FARC'ê kirî neke'
Endamê Tevlîbûna Neteweyî ya Kolombiyayê Olîmpo Cardenas anî ziman ku, şêwaza peymana di navbera FARC û dewletê de, wê di navbera ELN û Bogota de pêk neyê û got ku ew ê bikin ku hemû beşên civakê tevlî pêvajoyê bibin. -
Li Elmanyayê dersînorkirin zêde dibin
Elmanyayê dersînorkirina koçberên ji Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Arnavûtlûk, Moldova û Sirbistanê zêde kir. -
Li Sûdanê şer belavî du bajarên din jî bû
Li Sûdanê zêdeyê 4 meh in şer dewam dike. Şer belavî du bajarên din jî bû ku nifûsa wan zêde ye. Bi sed hezaran kesên ku ji şer revîne û hatine van bajaran, ketine nava fikaran de. -
Bi deh hezaran kes ji Kanadayê ji ber şewatê direvin
Bi hezaran kesên li herêma bakur a Kanadayê dimînin, ji ber şewata daristanan berê xwe dan balafiregeha Yellowknife. Li ser rêya bejahî jî konvoyeke dirêj a wesayitan çêbû.