Li Gabonê darbeya leşkerî pêk hat

Li Gabonê, piştî ku Alî Bongo di hilbijartinê de ji sedî 64 ê dengan wergirt û cara sêyemîn serketina xwe ragihand, darbeya leşkerî pêk hat.

Alî Bongo 30'ê Tebaxê serketina xwe ragihand, lê çend deqe piştî vê ragihandinê leşker derketin televîzyona dewletê û diyar kirin ku wan dest danîne ser desthilatdariyê.

Alî Bongo 14 sal in li ser desthilatdariyê ye. Di hilbijartinên dawî de ku roja Şemiyê hatin kirin ji sedî 64.27 ê dengan wergirt.

Leşkeran li qenala televîzyonê ya Gabon24 belavokeke xwendin û diyar kirin ku wan hilbijartinên 'bi hîle' betal kirine û 'hemû saziyên komarê betal kirine'.

Leşkeran gotin, "Piştî ku me rêveberiyeke bêberpirsyarî dît ku dibe sedema xerabûna ahengiya civakî û rîsk heye welêt ber bi kaosê ve bibe", "me biryar dan ku dawî li rejîmê bînin û aştiyê biparêzin."

Koma darbekar ji Muxafizên Komarê (ji kumikên xwe yên kesk têne naskirin), leşkerên artêşê û karmendên polîsan pêk tê.

Komê got, "Em bang li gel dikin ku aram be û dilsoziya Gabonê ya bi sozên dane civaka navneteweyî jinûve piştrast dikin" û diyar kir ku heta ragihandineke din sînorên welêt hatine girtin.

Çend deqe beriya ragihandina darbeyê, serketina Alî Bongo Ondîmba ji aliyê otorîteya neteweyî ya ji dengdanê berpirsyar hate eşkerekirin.

Alî Bongo yê 64 salî ji sala 2009'an û vir ve Gabonê bi rê ve dibe. Beriya wî, bavê wî Omar Bongo Ondîmba 41 salan li ser rêveberiya welêt bû. Muxalefet nerazîbûnê nîşan dide ku 'Xanedaniya Bongo' 55 salan dewam dike.