Balafira taybet a Prîgojîn ketiye û 10 kesên tê de jiyana xwe ji dest daye

Li Rûsyayê balafireke taybet a Koma Wagnerê ket. Tê gotin ku hemû kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest daye Û serokê Wagnerê Prîgojîn jî di balafirê de bûye.

Rayedarên hewavaniya sivîl a Rûs, da xuyakirin ku balafirgeha ku damezirîner û serokê koma leşkerên biheq Wagnerê Yevgenî Prîgojîn tê de, ketiye.

Li gor nûçeya Bazayê, balafira Embraer ERJ 135 a bi hejmar RA-02795 a Koma Wagnerê li herêma Tverê ketiye. Balafir ji Moskowayê ber bi St. Petersburgê firiyaye. Li gor nûçeya di kenala Telegramê ya ajansa nûçeyan a dewletê TASS'ê de hat belavkirin, Ajansa Veguhêziyê ya Hewayê ya Federal a Rûsyayê diyar kiriye ku di nava lîsteya rêwiyan de Prigojin jî heye. Hat ragihandin ku 10 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest daye. 

Hat diyarkirin ku têkildarê qezayê dest bi lêpirsînê hatiye kirin û Waliyê Tverê Igor Rûdenya bi xwe bi bûyerê re eleqedar dibe.