Li peravên Mîdîllî keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû

Li peravên Girava Mîdîllî ya li Derya Egeyê, ji ber ku keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 18 kes hatin rizgarkirin.

Ewlekariya Peravî ya Yewnan ragihand ku li peravên Mîdîllî ew bi hawara keştiyekê çûn û diyar kirin ku ji ber noqbûna keştiyê ya ku 22 kes tê de bûn, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 18 kes hatin rizgarkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, koçberên hatin rizgarkirin derbasî bendergeha Mîdîllî hatin kirin.

Bendergeha Mîdîllî ew dever e ku koçberên ji peravên Tirkiyeyê bi rê dikevin bi giranî berê xwe didin wê derê.

Rayedaran li ser sedema noqbûna keştiyê û agahiyên têkildarî nasnameya kesên di keştiyê de bûn daxuyaniyek nedan.

Li Derya Egeyê salên dawî gelek caran trajediyên koçberan rû dan. Meha Hezîranê keştiyek ku 750 koçber tê de bûn û ji Lîbyayê berê xwe dabû Îtalyayê, li peravên başûrrojavayê Yewnanistanê noqî binê avê bûbû. Nêzî 100 kes hatibûn rizgarkirin, lê belê cenazeyên 82 kesan hatibûn dîtin.