Li Fransayê bi navê laîktiyê li dibistanan abaye hate qedexekirin

Wezîrê Perwerdeya Milî ya Fransayê Gabrîel Attal ragihand ku di bin navê laîtiyê de wan li dibistanên li welêt lixwekirina kincê kevneşop ê dilsoziya bi olekî re nîşan dide, qedexe kirine.

Wezîrê Perwerdeya Milî Gabrîel Attal ji qenala televîzyonê ya TF1 re axivî û got, "Min biryar da ku êdî li dibistanan abaye neyê lixwekirin."

Attal bal kişand ser nêta xwe ya ji bo bidawîkirina nîqaşên li ser mijara laîktiyê û diyar kir ku çûyîna dibistanê bi kincê abaye 'jesteke olî ya ji bo ceribandina berxwedana komarê ye'.

Wezîr Attal got, "Dema ku hûn ketin sinifekê, gava we li xwendekarekê nihêrî divê hûn nikarin ola wê tespît bikin."

Konseya Çanda Îslamê ya Fransayê (CFCM) diyar kir ku kincê dirêj ê bedena jinê dinixumîne abaye semboleke Îslamî nîne.