Li Asyayê 68 milyon kes xizan bûn
Li gorî raporeke Banka Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB) enflasyona bilind li gel şewba Covîd*19 par li Asyayê bû sedem ku nêzî 68 milyon mirov xizan bibin.
Li gorî raporeke Banka Pêşveçûnê ya Asyayê (ADB) enflasyona bilind li gel şewba Covîd*19 par li Asyayê bû sedem ku nêzî 68 milyon mirov xizan bibin.
Di raporê de hate ragihandin ku li Asyayê 155.2 milyon mirov di nava xizaniyeke giran de ne. Eşker ebû ku 68 milyon ji van mirovan di dema şewba Covîd û enflasyona bilind de xizan bûne.
ENFLASYON Û ŞEWB SEDEMÊN SEREKE NE
Li gorî buhayê alavan ên sala 2017'an ku li gorî enflasyonê hate sererastkirin, xizanî weke jiyanek bi hatineya kêmî 2.15 dolarî ya rojane hate pênasekirin. Hem şewbê hem jî rageşiya jeopolîtîk di nava çend salên dawî de rêyên tedarikê qut kirin, li tevahiya cîhanê enflasyon bilind kirin.
Aborînasê Sereke yê Bankayê Albert Park anî ziman ku li welatên Asya û Pasîfîkê ji ber Covîd û enflasyona bilind krîzê rû da û pêşketina ji bo bidawîkirina xizaniyê rawesetand.
BANDORA HERÎ GIRAN LI JINAN KIR
Enflasyonê bandora herî giran li wan mirovan kir ku ji ber buhayê zêde nikarin xurek, sotemenî û madeyên din ên pêwîstiya xwe pê heye, bikirin.
Di raporê de hate ragihandin ku krîza heyî bandora herî giran li wan jinan kir ku ji bo hatineyeke wekhev û li dijî cihêkariyê têdikoşin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku hikumetên li Asyayê li dijî bihabûna alavan divê sîstema parastina civakî xurtir bikin, piştgiriya ji bo pêşketina çandiniyê mezintir bikin, derfetên xizmetên aborî zêde bikin, giraniyê bidin ser razemeniya binesaziyê û ji bo nûbûna teknolojîk teşwîqê bikin.