Şewata mezin a li Yewnanistanê di roja 12’an de ye
Li Yewnanistanê şewatên daristanan ku şewata herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye, di roja 12’an de didome.
Li Yewnanistanê şewatên daristanan ku şewata herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye, di roja 12’an de didome.
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Ewropayê Copernîcûsê (EMS) şewatên ku 19’ê Tebaxê li herêma Evrosê derketine, beşek mezin ê parka millî ya Dadîa jî di nav de zêdeyî 81 hezar hektar qad kir xwelî.
Berdevkê Komîsyona Ewropayê Balazs Ûjvarî Sêşemê daxuyanî dabû û gotibû ku şewata herî mezin a DYE’yê ye.
Ûjvarî ragihand ku ji fîloya Ewropayê 11 balafir û helîkopterek, ji bo alîkarî dayîna têkoşîna li dijî agirê li Parka Millî ya Dadîa ya li bakurê rojhilatê welêt, bi 407 agirkujan re şandibû.
EMS diyar dike ku ev şewat ji 2008’an û vir ve şewatên daristanan ên herî mezin in.