Rûsyayê êrîşî Idlibê kir: 13 çete mirin

Di êrîşa hewayî ya balafirên Rûsan a li ser bakurê Idlibê de, 13 çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê herêma navbera bajarokên Meret Misreyn û Şêx Behir ên li bakur ê Idlibê bombebaran kir. Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Şevê din hêzên Rûsyayê li ser çatrêya Korîn a derdora bajarê Idlibê li baregehek çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" xist. Di encamê de 13 çete hatin kuştin.