Li Nîjaryayê 42 jin û zarok hatin revandin

Li Nîjeryayê di encama êrîşa Boko Haram de 42 jin û zarok hatin revandin.

Boko Haram li navçeya Jere ya eyaleta Bornoyê êrîşî kesên ku çûn komkirina daran kir. Di êrîşê de jin û zarok bûn hedef û 42 kes hatin revandin. 4 jinan karîn xwe ji destên rêxistinê xilas bûn.

Ji sala 2009’an û vir ve bi deh hezaran kes di çalakiyên tundiya girseyî yên ji aliyê Boko Haram ve tên kirin de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistin ji sala 2015’an vir ve li sînorên cîranên welat Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrîşan pêk tîne. Rêxistina ku bi taybetî keçên ku diçin dibistanê hedef digire, zarokan direvîne.